NÛÇEYÊN KURDÎ

LI RIHAYÊ MIDÛRÊ DIBISTANÊ RASTÊ ÊRÎŞÊ HAT

Hat îdîakirin ku li navçeya Kanîya Xezalan Rihayê êrîşê midûrê dibistanê hat kirin.

LI RIHAYÊ MIDÛRÊ DIBISTANÊ RASTÊ ÊRÎŞÊ HAT

Hat îdîakirin ku li navçeya Kanîya Xezalan  Rihayê êrîşê midûrê dibistanê hat kirin.

 

Bûyer li Lîseya Şehîd Halîl Kanat a navçeya Kanîya Xezalan  Rihayê pêk hat.

Hat îdîakirin ku Midûrê dibistanê Azîz Tur ê ku hişyarî da kesekî ku li dibistanê bêzarî li xwendekarên wî dike, bi hesinê rastê êrîşê hat. Di encama nîqaşa di navbera êrîşkar û midûrê dibistanê de, midûrê dibistanê bi derba ku di şer de xwar dewxa wî çû û ket erdê. Midûr Tur ê ku bi giranî birîndar bû rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Akçakaleyê.

 

Nûnertîya Egîtîm Bîr-Sen a Akçakaleyê derbarê êrîşê de daxuyanî da û got, "Em careke din dîyar dikin ku şîdeta li perwerdekaran nayê qebûlkirin. Divê êrîşkar bi awayekî herî giran bê cezakirin."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.