NÛÇEYÊN KURDÎ

LI RIHAYÊ SIWARE QELIBÎ QENALA AVDANÎYE! 4 MIRÎ, 2 WENDA, 1 BIRÎNDAR

Li Rihayê siwareya ku malbatek ji 7 kesan pêk tê bû, qeza kir û qelibî qenala avdanîyê. Siwareya ajokarê wê Hasan Çetîn bû li nêzî Taxa Ulubag a navçeya Halîlîye ya Rihayê qelibî nav qenala avdanîyê.

Hejmarek zêde ekîbên tenduristîyê û xilaskirinê sewqê cîyê qezayê bûn. Siwareya ku dihat texmîn kirin, Hevjîna ajokar Özlem a 31 salî, zarokên wan Asmîn a 11 salî, Aysûn a 9 salî, Ecem ê 5 salî, îbrahîm ê 4 salî û Muslum ê yek salî tê bûn bi alîkarîya vîncê ji qenala avê hat derxistin.

Derbarê qezxaya ku qewimî de di qenala avdanîyê de xebatên lêgerînê hatin dest pê kirin. Di encamê de cesedê 4 zarokên malbatê hat dîtin.

Hat ragihandin ku ajokarê siwareyê Hasan Çetîn ê ku di heyama qezayê de xwe ji siwareyê avêtibû, sax filitîye. Ji bo dayik û zarokeke wê yên wenda jî xebatên lêgerînê berdewam dike.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.