NÛÇEYÊN KURDÎ

LI SÛRÊ DI ÇAYXANEYÊ DE ŞEWAT DERKET Û METIRSÎ ÇÊBÛ

Li navçeya Sûrê di çayxaneyekê de şewat derket û bû sedema metirsîyê.

LI SÛRÊ DI ÇAYXANEYÊ DE ŞEWAT DERKET Û METIRSÎ ÇÊBÛ

 Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin, duh bi şev di çayxaneyeke ku li kolana Sîpahî ya Taxa Camî Kebîr a navçeya Sûrê ya Amedê ye, şewat derket. Li ser agahdarkirinê ekîbên agirtef, tenduristî û polêsan sewqê cîhê şewatê hatin kirin.

Çayxaneya girtî ji aliyê tîmên agirtefê ve hat vekirin û şewat hat vemirandin. Ji ber şewatê li taxê metirsîyek mezin çêbû. Derbarê şewatê de lêpirsîn hat destpêkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.