NÛÇEYÊN KURDÎ

LI SÛRÊ DI ŞERÊ NAVBERA MALBATAN DE 4 KES BIRÎNDAR BÛN

Hat ragihandin ku li navçeya Sûrê di navbera gundîyên xizmên hevde şer derket, cendirmeyan li gund tedbîrên ewlehîyê wergirtin.

LI SÛRÊ DI ŞERÊ NAVBERA MALBATAN DE 4 KES BIRÎNDAR BÛN

Hat ragihandin ku li navçeya Sûrê di navbera gundîyên xizmên hevde şer derket, cendirmeyan li gund tedbîrên ewlehîyê wergirtin.

Bûyer danê êvarê li gundê Hamûryazan a navçeya Sûrê pêk hat. Hat îddîakirin ku di navbera her du malbatên xizmên hevdû de ji ber malzemeyên ku li ser erd mane niqaş derketiye.

Nîqaş veguherî şerê bi kevir, dar û kêran. Di şer de 4 kes bi kêrê birîndar bûn. Ekîbên tenduristiyê û cendirme sewqê cihê bûyerê bûn. Birîndar piştê alîkariya ewil rakirin nexweşxaneyên derdorê. Hat diyarkirin ku rewşa tenduristiya kesên birîndar baş e. Ekîbên cendirmeyan ji bo demekê, ketin û derketina taxê girtin. Di derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin û 3 gumanbar hatin binçavkirin. Derbarê gumanbaran de lêpirsîn berdewam dike.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.