NÛÇEYÊN KURDÎ

LI SÛRÊN DÎROKÎ KARÊ DEZENFEKSÎONÊ HAT KIRIN

Ekîbên girêdayî Midûrîyeta Paqijîyê ya Şaredarîya Sûrê, li ser sûr û bircên dîrokî yên derdora navçeyê dest bi xebatên paqijîyê kirin.

LI SÛRÊN DÎROKÎ KARÊ DEZENFEKSÎONÊ HAT KIRIN

Ekîbên girêdayî Midûrîyeta Paqijîyê ya Şaredarîya Sûrê, li ser sûr û bircên dîrokî yên derdora navçeyê dest bi xebatên paqijîyê kirin. Hate hînbûn ku di berdewamîya xebatên paqijîyê de, ji bo li binê sûran û bircan wê li dijî dûpişk, mar û kêzikan derman bên bikaranîn. Midûrê Karên Paqijîyê yê Şaredarîya Sûrê Mehmet Şenyîgît dîyarkir ku wan li ser îxbara welatiyan xebat meşandine. Şenyîgît wiha got, "Em hewil didin ku hawirdorê paqij bikin û cihên ku bêhnê jê derdixin bi qasî ku ji destê me tê, em ê dezenfekte bikin."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.