NÛÇEYÊN KURDÎ

LI ŞAREDARÎYA MEZIN ENCAMA PIŞK AVÊTINA 200 AJOKARAN DÎYARBÛ

200 ajokarên ku ji bo Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê bên tayînkirin, bi pişk li noterê hat dîyarkirin.

LI ŞAREDARÎYA MEZIN ENCAMA PIŞK AVÊTINA 200 AJOKARAN DÎYARBÛ

200 ajokarên ku ji bo Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê bên tayînkirin, bi pişk li noterê hat dîyarkirin. Li Salona Civînê ya Alî Emîrî ya Şaredarîya Bajarê Mezin, pişk avêtinê hat kirin. Ji bo otobûsê 180 xebatkar, ji bo qamyonê 20 xebatkar, bi tevahî 200 xebatkar hat dîyarkirin. Encamên pişkê, ji hesabên medyaya civakî yên şaredarîyê bi awayekî zindî hat weşandin. Sekreterê Giştî yê Şaredarîya Bajarê Mezin Ayhan Kardan, di dema avêtina pişkê de daxuyanî da. Kardan wiha got; “Ji me re 200 ajokar lazim bûn. Li ser vê yekê me berê ragihandibû. Me daxuyanîyên xwe yên di derbarê 200 ajokaran de, bi gel re parve kir û serlêdan hatin kirin. Îro em bi rêbaza pişkê encaman dîyar bikin.” Piştê axaftinan, di pişk avêtinê de 200 namzetên sereke û 200 namzetên cîgir hatin dîyarkirin. Sazîya Çavkanîyên Mirovî dîyarkir ku ew ê namzetên serketî, di roj û saetên ku bên diyarkirin de vexwînin mulaqata devkî û pratîkê.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.