NÛÇEYÊN KURDÎ

LI SEMSÛRÊ JINEK 77 SALÎ PIŞTÊ 212 DEMJIMÊRAN HAT RIZGARKIRIN

Li bajarê Semsûrê jineke temen 77 salî piştê erdhejê bi 212 demijimêran ji bin kavilê avahiyekê hat rizgarkirin.

LI SEMSÛRÊ JINEK 77 SALÎ PIŞTÊ 212 DEMJIMÊRAN HAT RIZGARKIRIN

Li bajarê Semsûrê jineke temen 77 salî piştê erdhejê bi 212 demijimêran ji bin kavilê avahîyekê hat rizgarkirin.

Kar û xebatên lêgerîn û rizgarkirina li qurbanîyên erdheja 6ê Sibata 2023an ji bin kavilan berdewam in.

Roja Sêşemê 14ê Sibata 2023an li bajarê Semsûrê Fatma Gungor ku temenê wê 77 sal in piştî erdhejê bi 212 demjimêran, ji bin kavilê apartmana bi navê Merve hat rizgarkirin.

Di erdheja 6ê Sibata 2023an de li bajarên Mereş, Dîlok, Riha, Amed, Semsûr, Meletî, Kilîs, Elazîz, Osmanîye, Edene û Hatayê wêranîyek mezin çê bû û bi hezaran kesan canê xwe ji dest dan û birîndar bûn.

Li gor amarên dawî ku Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan ragihandine hejmara kesên di erdhejê de canê xwe ji dest dane bo 35 hezar û 418 kesan zêde bûye û 105 hezar û 505 kes jî birîndar bûne. Kar û xebatên lêgerîna li pey qurbanîyan berdewam in û amar her zêde dibin. (rudaw)

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.