NÛÇEYÊN KURDÎ

LI SERÊ PITIKA 2 SALÎ XISTÎYE Û WÊ KUŞTÎYE

Derket holê ku li Amedê pitikek 2 salî ji ber ku ji serê wê re derb hatîye kirin, xwîn çûye ser mêjîyê wê û jîyana xwe ji dest daye

LI SERÊ PITIKA 2 SALÎ XISTÎYE Û WÊ KUŞTÎYE

 Di bûyera ku di 11ê Sibata 2022an de li Taxa Şehîtlîk a Amedê qewimî de, Halîme M. piştê telaqberdanê ji ber pirsgirêkên aborî her roj diçû paqijkirina malan, pitika xwe Bircan M. a 2 salî danî ber Ridvan Ç. ê ku bihevra dijîn.

 

 Lê piştê ku ji kar vegerîya, keça xwe bi halê tazî û bêliv di bin betanîyê de dît. Halîme M. a ku bi derfetên xwe çû nexweşxaneyê piştê mirina keça xwe derbarê Rıdvan Ç. de gilî kir. Li gorê rapora otopsîyê, hat dîyarkirin ku ji ber derbên li serê zarokê mêjîyê wê xwînî bûye û di gelek cîhên laşê wê de birîn hebûye.

 

Dadgehê li ser mikurhatina yên şîdetê û peyamên telefonê ya Rıdvan Ç, pêşî cezayê miebeda giran lê birrî, piştre jî ji ber poşmanbûn û tevgera baş, bi kêmkirina cezayê miebedê lê birrî.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.