NÛÇEYÊN KURDÎ

LI SER RÊYA AMED - ÊLIHÊ QEZA QEWIMÎ! 2 MIRÎ, 21 BIRÎNDAR

Li ser rêya Amed - Êlihê otobusa rêwîyan ji paş ve li tirê qelibî. Di qezaya trafîkê ya ku do êvarê qewimî de hejmara miriyan zêde bû.

LI SER RÊYA AMED - ÊLIHÊ QEZA QEWIMÎ! 2 MIRÎ, 21 BIRÎNDAR

Li ser rêya Amed - Êlihê otobusa rêwîyan ji paş ve li tirê qelibî. Di qezaya trafîkê ya ku do êvarê qewimî de hejmara miriyan zêde bû.

Qeza li ser rêya Bismilê, li nêzê Pira Çemê Êlihê pêk hat.

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin otobusa rêwiyan a fîrmaya Amedê dema ku ber bi Amedê ve diçû ji paş ve li tira qûm lêbarkirî qelibî.

Di qezaya trafîkê de ajokarê otobusê û rêwiyêkî jîyana xwe ji dest dan û 21 kes jî birîndar bûn.

Kesên birîndar sewqê nexweşxaneyên derdorê hatin kirin. Lêkolîna li ser qezayê dewam dike.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.