NÛÇEYÊN KURDÎ

LI STENBOLÊ DI SERGIRTINA MALAN DE 10 KES HATIN BINÇAVKIRIN

Li Stenbolê di serdegirtina malan de parêzer û rêveberên HEDEP'ê jî di nav de herî kêm 10 kes hatin binçavkirin.

LI STENBOLÊ DI SERGIRTINA MALAN DE 10 KES HATIN BINÇAVKIRIN

Li Stenbolê danê sibehê polêsan ser gelek malan de girt. Hate hînbûn ku di serdegirtinan de herî kêm 10 kes hatin binçavkirin.

Kesên hatin binçavkirin birin Midûrîyeta Polêsan a Stenbolê û hê sedema operasyonê nehat hînbûn.

Hat dîyarkirin ku di nav kesên hatin binçavkirin de endamên Partîya Gelan a Wekhevî û Demokrasîyê (HEDEP) û Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) û parêzer jî hene.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.