NÛÇEYÊN KURDÎ

LI STENBOLÊ WER HEYE KU QESAB HEFTEYEKÊ KEPENGÊ DAXIN

Hat dîyarkirin ku ji serê sala 2023’an û vir ve li pey hev bihabûna goştê Karkas ji sedî 30 derbas kirîye û qesab jî xwe amade dikin ku heta hefteyekê kargehên xwe bigirin.

Serokê Odeya Bazirganên Qesab û Esnafên Stenbolê Aydin Tûfekçî ji Ekonomîmê Mehmet Hanîfî Gulel re daxuyanî da û îdia kir ku hin şîrketên mezin biha zêde kirine. Tûfekçî, dîyar kir ku hilberîneran ji ber bihabûnê, serjêkirina sewalan dane seknandin û dîyar kir ku bihaya goştê karkas bi giştî 180 lîre ye. Tûfekçî got, "Dibêjin ji ber erdhejên li Mereş û Dîlokê heywan nehatine serjêkirin û vê yekê jî wek hincet nîşandidin. Lê belê ji wê herêmê kêm berhem tên Stenbolê. Li herêma erdhejê tenê li Elbistanê tesîsên entegre hene, wekî din qesabxaneyên bi çûk henin. Tûfekçî, dîyar kir ku ew wek qesab bi nêrînên nûnerên wezaret, borsa û odeya bazirganîyê xwe amade dikin ku hefteyekê dikanên xwe bigirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.