NÛÇEYÊN KURDÎ

LI TAXA PALÛKEYÊ XEBATÊN NÛKIRINA ŞEBEKEYÊ BI DAWÎ BÛN

Mudûrîya Sazîya Belavkirina Elektrîkê ya Dîcleyê (DEDAŞ) ya Amedê, xebatên xwe yên nûjenkirina şebekeyê bi dawî kir.

LI TAXA PALÛKEYÊ XEBATÊN NÛKIRINA ŞEBEKEYÊ BI DAWÎ BÛN

Mudûrîya Sazîya Belavkirina Elektrîkê ya Dîcleyê (DEDAŞ) ya Amedê, xebatên xwe yên nûjenkirina şebekeyê bi dawî kir.

Di hefteyên borî de di navbera DEDAŞ û niştecîyên Palûkeyê de ji ber pirsgirêka ceyranê xirecir derketibû. Her wiha şênîyên taxê ji bo dengê xwe bidin bihîstin rê ji trafîkê re girtibûn û protesto li dar xistibûn. Di encama lihevkirina rayedarên DEDAŞ'ê û şênîyên taxê de ekîbên DEDAŞ'ê xebatên xwe bi dawî kirin. Rayedarên DEDAŞê mudurîya Amedê, derbarê xebatên dawî yên li Palûkeyê de daxuyanî da û got, “Tora elektrîkê ya kevn bûye û ji bo can û mal xetere ye, hatine nûjen kirin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.