NÛÇEYÊN KURDÎ

LI TEKSASÊ DI QEMYONEKÊ DE 46 KES MIRÎ HATIN DÎTIN

Li Teksasa eyaleta Amrîkayê, 46 kesên ku tê texmînkirin koçber in, di qemyonekê de mirî hatin dîtin.

LI TEKSASÊ DI QEMYONEKÊ DE 46 KES MIRÎ HATIN DÎTIN

Li Teksasa eyaleta Amrîkayê, 46 kesên ku tê texmînkirin koçber in, di qemyonekê de mirî hatin dîtin.

Hat ragihandin ku 4 jê zarok, 16 kes jî rakirin nexweşxaneyê. Li gor agahîyên hatine bidestxistin; Li bajarê San Antonîo yê eyaleta Teksas a Amrîkayê, di qemyoneke terkkirî de cesedên 46 kesên ku tê texmînkirin koçber in, hatin dîtin. Serokatîya Daîreya Agirtefîyê ya San Antonîoyê ragihand ku 4 jê zarok, bi tevahî 16 kes rakirin nexweşxaneyê. Rayedaran her wiha ragihandin ku klîmaya qemyonê nexebitî û av jî di hundirê wê de tunebû. Polîsên San Antonîo ragihand ku 3 kesên ku tê texmînkirin eleqeya wan bi bûyerê re heye, hatine binçavkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.