AMED

LI TIRKÎYÊ 759 HEZAR ZAROK WEKÎ KARKER TÊN XEBITANDIN!

Li gorî agahîyen ku DISK-ARê ji TUIKê wergirtine, li Tirkîyê 759 hezar zarok di karan de tên xebitandin.

LI TIRKÎYÊ 759 HEZAR ZAROK WEKÎ KARKER TÊN XEBITANDIN!

Li gorî agahîyen ku DISK-ARê ji TUIKê wergirtine, li Tirkîyê 759 hezar zarok di karan de tên xebitandin. Li Tirkîyê her sal 23yê Nîsanê wekî “Roja Serwerîya Neteweyî û Cejna Zarokan” tê pîrozkirin lê hejmara zarokên ku di karên giran de dixebitin bi sed hezaran e.

Navenda Lêkolînên Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DISK-AR) li gorî agahîyên ku ji Sazîya Amaran a Tirkîyê (TUIK) wergirtine, derbarê zarokên ku di kar de tên xebitandin de raporek belav kir. Li gorî ku DISK-ARê dane, sala 2023yan hejmara zarokên ku temenê wan di navbera 15 û 17an de ye û tên xebitandin bûye 759 hezar.

DISK-ARê dîyar kir ku sala 2021ê 520 hezar zarok dihatin xebitandin lê ev hejmar par bûye 759 hezar.

Dîsa rêjeya wan zarokan sala 2021ê ji sedî 14 bû lê sala 2023yan bûye ji sedî 19,6.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.