GÜNDEM

LI TIRKÎYEYÊ 720 HEZAR ZAROK JI MECBÛRÎ DIXEBITIN

Wekîlê CHP'ê Abdûrrahman Tûtdere bi sernavê "Li Tirkîyeyê zarokbûn" raporek amade kir.

LI TIRKÎYEYÊ 720 HEZAR ZAROK JI MECBÛRÎ DIXEBITIN

Wekîlê CHP'ê Abdûrrahman Tûtdere bi sernavê "Li Tirkîyeyê zarokbûn" raporek amade kir.

Li gor raporê hejmara zarokên karker ku di navbera 5-17 salî de ne 720 hezar e. Di deh salên dawîn de herî kêm 616 karkerên zarok ku ji wan 300 zarok di bin 15 salî de bûn û ji ber xizanîyê neçar man di zarokatîya xwe de bixebitin, û di dema xebatê de jîyana xwe ji dest da ne. Hat ragihandin, di raporê de hejmara zarokên ku malbatên wan ji ber sedemên aborî nikarin xwedî bikin, heta meha Tebaxa 2022'an derketîye 146 hezarî.Hat daxuyandin ku li Tirkîyeya ku ji her sê zarokan yek feqîr e, her roj herî kêm 195 zarok rastî îstîsmar û destdirêjîyan tên. Tûtdere yê CHPyî dîyar kir ku di encama rêveberîya xirab a aborîyê de sînorê birçîbûnê 9 hezar û 59 lîre û xeta xizanîyê jî 26 hezar lîre ye û wiha li gotinên xwe zêde kir: "Pergala xizanîyê ya ji alîyê AKP'ê ve hatîye ferzkirin, welatîyên me mehkûm dike ku li ber çavan bên pelçiqandin."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.