NÛÇEYÊN KURDÎ

LI TIRKÎYEYÊ BÛYERA YEKEMÎN YA “VÎRÛSA MONKEYPOXÊ” HAT DÎTIN

Wezîrê Tenduristîyê Fahreddîn Koca, ragihand ku yekem bûyera vîrûsa monkeypoxê li Tirkîyeyê hatîye dîtin.

LI TIRKÎYEYÊ BÛYERA YEKEMÎN YA “VÎRÛSA MONKEYPOXÊ” HAT DÎTIN

Wezîrê Tenduristîyê Fahreddîn Koca, ragihand ku yekem bûyera vîrûsa monkeypoxê li Tirkîyeyê hatîye dîtin.

Wezîr Koca, di derbarê mijarê de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da û wiha got; "Di nexweşekî me de nexweşîya monkeypoxê hat tesbîtkirin. Nexweş 37 salî ye û kêmasîya sîstema parastinê wî heye. Di tecrîdê de ye. Şopandina destdanê hat kirin û rewşek din nehat dîtin. Weke ku tê zanîn, ev nexweşî ne bi rêya behnê, bi têkilîya fîzîkî ya nêzîk ve tê belavkirin."

Rêveberê Giştî yê WHO’yê Dr. Tedros Adhanom Ghebreyesus jî dîyarkir ku zêdetirê 3 hezar û 200 bûyer, li 48 welatan hatine tesbîtkirin ku di nav wan de welatên Afrîkî yên ku vîrûs lê endemîk e jî hene. Hat ragihandin ku ji serê sala 2022an û vir ve li Afrîkaya Navîn, teqrîbî 70 kes ji ber vîrûsê jîyana xwe ji dest dane.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.