NÛÇEYÊN KURDÎ

LI TIRKÎYEYÊ NÎŞANEYÊN NEXWEŞÎYA HEPATÎTÊ KÊM BÛYE

Wezareta Tenduristîyê ragihand ku belavbûna nexweşîya hepatît gelekî kêm bûye û gîhaştine asta ku kiribûn armanc.

LI TIRKÎYEYÊ NÎŞANEYÊN NEXWEŞÎYA HEPATÎTÊ KÊM BÛYE

Wezareta Tenduristîyê ragihand ku belavbûna nexweşîya hepatît gelekî kêm bûye û gîhaştine asta ku kiribûn armanc.

Wezareta Tenduristîyê, derbarê '28ê Tîrmehê Roja Hepatîta Cîhanê' de daxuyanî da û hat dîyarkirin ku hepatîtên viral li tevahîya cîhanê pirsgirêkeke cidî ya tenduristîya gel e. Di daxuyanîya nivîskî de wiha hat gotin: "28ê Tîrmehê ji alîyê Rêxistina Tenduristîyê ya Cîhanê (WHO) ve wek Roja Hepatîtê ya Cîhanê hat destnîşankirin.

Mijara sala 2023 ev e; 'Yek jîyan, yek kezeb e' Ev mijar ronî dike ku pêşerojek bê hepatît ji bo tevahîya cîhanê mimkun e.

Armanca Rêxistinê ew e ku bi hev re bixebitin ku heya sala 2030yî li hemî welatan vîrusa hepatîtê ji holê rakin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.