NÛÇEYÊN KURDÎ

“LI TIRKÎYEYÊ PARTÎ BI TERORÊ TÊN SÛCDAR KIRIN EFÛ NE MUMKÛN E”

Mijara efûya giştî ya ku berîya her hilbijartinê dihat rojevê, berîya hilbijartinên 14'ê Gulanê jî bi "bihîstina" rojnamevan Cem Kuçuk ê ku bi nêzîkbûna xwe ya ji AKP'ê re tê naskirin, dîsa ket rojevê.

Hiqûqnasê karê cezayê Prof. Dr. Adem Sozuer, ji Alî Kemal Erdem ê Independent Turkçe re axivî û dîyar kir ku li gor makezagonê ji bo rêziknameyek wekî efûya giştî ne tenê divê piranîya dengê meclîsê, divê bi "piranîya dengên bi wesif" yên Meclîsê biryar bê dayîn.

Sozuer dîyar kir ku divê 360 parlementer dengê erê bidin efûyê û wiha got, “Ji bo ku pirranîyek wiha biryarê bide divê hikûmet bi muxalefetê re hevkarîyê bike. "Li Tirkîyeyê partî jî bi terorê tên sûcdarkirin, ji alîyê sîyasî ve ne pêkan e ku ev yek pêk were." Sozuer bal kişand ku di erdheja li Tirkîyeyê de jî hikûmet û muxalefet nekarîn bibin yek û di her warî de cûdaxwaztîyek heye û wiha got, “Efûya giştî ancax li ser hîsên lihevhatina civakî, yekîtî û aştîyê pêk were. Li Tirkîyeyê hemû efû tenê bi qanûnê dikarin bên kirin. Divê li gorî destûra bingehîn tevbigere." û destnîşan kir ku yekane navnîşana efûyê Meclîsa Mezin a Tirkîyeyê ye

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.