NÛÇEYÊN KURDÎ

LI UKRAYNAYÊ JI BER KETINA BALAFIRA KARGOYÊ YA LEŞKERÎ KESEK MIR 2 KES JÎ BIRÎNDAR BÛN

Hat ragihandin ku di encama ketina balafira kargoyê ya leşkerî ya tîpa An-26 a artêşa Ukraynayê ya li herêma Zaporîzhyayê de, kesek jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.

LI UKRAYNAYÊ JI BER KETINA BALAFIRA KARGOYÊ YA LEŞKERÎ KESEK MIR 2 KES JÎ BIRÎNDAR BÛN

Hat ragihandin ku di encama ketina balafira kargoyê ya leşkerî ya tîpa An-26 a artêşa Ukraynayê ya li herêma Zaporîzhyayê de, kesek jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn. Di daxuyanîya ku ji alîyê Walîtiya Zaporîzhyayê ve hat dayîn de wiha hat gotin: "Balafir di dema firîna xwe ya teknîkî de ket xwarê. Kesek di balafirê de jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn. Li ser hejmara xebatkarên balafirê û sedema ketina balafirê lêkolîn tên kirin. Lêpirsînên destpêkê nîşan didin ku, motora balafirê şewitîye. Tîmên lêgerîn û xilaskirinê li cihê bûyerê xebatên xwe didomînin."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.