NÛÇEYÊN KURDÎ

LI WANÊ MAŞÎNEYA ZIRXÎ QELIBÎ: 6 LEŞKER BIRÎNDAR BÛ

Li Wanê maşîneya leşkerî qelibî û gelek leşker birîndar bûn.

LI WANÊ MAŞÎNEYA ZIRXÎ QELIBÎ: 6 LEŞKER BIRÎNDAR BÛ

Li gor agahîyên ku hatine wergirtin, qeza li devera Guzeldere ya ser rêya Wan Û Elbakê pêk hat.

Maşîneya zirxî ya di konvoya leşkerî ya ku ji Wanê ber bi Colemêrgê ve diçû ji ber sedemeke nedîyar ji kontrolê derket û qelibî.

Ji leşkerên di maşîneya bi navê 'Kîrpî' de bûn yek jê giran bi tevahî 6 kes birîndar bûn.

Piştê qezayê ekîbên cendirme, tenduristî û agirtefê sewqê cîhê bûyerê hatin kirin.

Leşkerên birîndar bi ambûlansan sewqê nexweşxaneyê hatin kirin. Hat dîyarkirin ku leşkerek bi giranî birîndar e.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.