GÜNDEM

LI WANÊ ZAROKÊ KU RASTÊ ÊRÎŞA KÛÇIK HAT JÎYANA XWE JI DEST DA

Zarokê ku li Wanê rastê êrîşa kûçik hat jîyana xwe ji dest da.

LI WANÊ ZAROKÊ KU RASTÊ ÊRÎŞA KÛÇIK HAT JÎYANA XWE JI DEST DA

Zarokê ku li Wanê rastê êrîşa kûçik hat jîyana xwe ji dest da.

Derbarê bûyerê de kesek hat binçavkirin. Emîr Mete Durna yê 9 salî ku li taxa Selîmbey a navçeya Îpekyolû ya Wanê dijî, dema ku bi hevalên xwe re dilîst rastê êrîşa kûçikekî hatibû. Zarokê ku ji qirik û gelek cîhên laşê xwe birîndar bibû, digel hemû mudaxeleyên ku li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Wanê hatin kirin jîyana xwe ji dest da. Cenazeyê Emîr Mete ku otopsîya wî duh bi şev bi dawî bû radestê malbatê hate kirin. Emîr Mete de li Goristana Selîmbey a taxa ku lê dijîya hat definkirin. Di çarçoveya lêpirsîna ku piştê bûyerê hat destpêkirin de H.K.yê ku hat tespîtkirin xwedîyê kûçik e, hat binçavkirin. Di daxuyanîya ku ji alîyên polêsan ve hat dayîn de hat ragihandin ku H.K. di 25ê Çileyê de li kûçikê xwedî derketîye û di 30ê Çileyê danê nîvro de heman kûçikê bera derva daye.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.