NÛÇEYÊN KURDÎ

LI WARGEHA AMEDÊ XWENDEKAR DI ASANSORÊ DE ASÊ MAN

Di wargeha KYK a Amedê de jî xwendekaran di asansorê de asê man.

LI WARGEHA AMEDÊ XWENDEKAR DI ASANSORÊ DE ASÊ MAN

Piştê bûyera asansorê ya li wargeha KYK'ê ya Aydinê ku herî dawî xwendekara zanîngehê Zeren Ertaş jîyana xwe ji dest da, li Amedê jî bûyerek bi heman rengê pêk hat.

li Wargeha Mêran a Selahaddîn Eyyûbî ya KYK a Amedê di asansora ku xera bû de 5 xwendekar asê man.

Xwendekarên asê mane gotin ku wan gelek caran vê rewşê ji rayedaran re ragihandine.

Xwendekarên ku di asansorê de asê mabûn ji alîyê xebatkaran derîyê asansorê bi destan hat vekirin û ji asansorê hatin derxistin. Demên ku xwendekar di asansorê de asê man, di kamerayên telefonên ên hevalên wan de hatine qeydkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.