NÛÇEYÊN KURDÎ

LI WEZÎRÊ TENDURISTÎYÊ BI HINCETA "NEFRET Û CÛDAXWAZÎYÊ" GILÎ HAT KIRIN

Parlamenterê Amedê yê Partîya Çepên Kesk Serhat Eren, ji ber ku zimanê kurdî di nava 5 zimanên ku li E-Reçeteyê hatine zêdekirin de tune ye, derbarê Wezîrê Tenduristîyê Fahrettîn Koca de bi hinceta "nefret û cûdaxwazîyê" serlêdana sûc kir.

LI WEZÎRÊ TENDURISTÎYÊ BI HINCETA

Parlamenterê Amedê yê Partîya Çepên Kesk Serhat Eren, ji ber ku zimanê kurdî di nava 5 zimanên ku li E-Reçeteyê hatine zêdekirin de tune ye, derbarê Wezîrê Tenduristîyê Fahrettîn Koca de bi hinceta "nefret û cûdaxwazîyê" serlêdana sûc kir.

Di nav 5 zimanên ku li e-Reçeteya Wezîrê Tenduristîyê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyandibû de, zimanê kurdî di nav 5 zimanên ku hatine lê zêdekirin de cih negirt. Ev rewş bû sedema bertekan.

Li ser bertekan wezîr Koca di 28ê tebaxê da daxuyanîyek din da û got, "Ji bo geştyaran û nexweşên bîyanî pêwîstî bi zêdekirina van 5 zimanan li sîstema E-Reçeteyê hebû."

Parlamenterê Partîya Çepên Kesk ê Amedê Serhat Eren, dîyar kir ku heta îro bi milyonan hemwelatîyên Kurd ên li Tirkîyeyê, ne mimkûn e ku bi zimanê xwe xizmetên tenduristîyê werbigirin û got, zimanên din ên bi hinceta tûrîzmê cudakarîyeke eşkere ye. Derbarê vê rewşê de li Serdozgerîya Komarê ya Enqereyê, bi îdiaya "Nefret û Cudakarî" û "Îstîsmarkirina peywirê" derbarê Wezîrê Tenduristîye Koca û wezîfedarên wezaretê de serlêdana sûc kir.

Eren, ji bo lêkolînê bike serî li Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclîsê da.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.