GÜNDEM

LI YOZGATÊ OTOBUSA RÊWÎYAN QELIBÎ: 12 MIRÎ, 19 BIRÎNDAR

Li navçeya Sorgun a Yozgatê di encama qezaya otobusê de 12 kesan jîyana xwe ji dest dan û 19 kes jî birîndar bûn.

LI YOZGATÊ OTOBUSA RÊWÎYAN QELIBÎ: 12 MIRÎ, 19 BIRÎNDAR

Li navçeya Sorgun a Yozgatê di encama qezaya otobusê de 12 kesan jîyana xwe ji dest dan û 19 kes jî birîndar bûn.

Otobusa rêwîyan a ji Sêwasê ber bi Stenbolê ve diçû, li ser rêya D-200 a navçeya Sorgun a Yozgatê, di derengîya şeva borî de ji kontrolê derket û derbasê hêla rê ya din bû

Li ser agahdarkirinê gelek ekîbên tenduristîyê, agirtef, AFAD, cendirme û polês sewqê cîhê bûyerê bûn. Di lêkolîna ewil a ekîbên tenduristîyê de hat dîyarkirin ku 12 kesan jîyana xwe ji dest dane û 19 kes jî birîndar bûne.

Hat dîyarkirin ku rewşa yek ji birîndaran ku rakirin nexweşxaneyê giran e. Derbarê qezayê de lêpirsîneke berfireh hat destpêkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.