NÛÇEYÊN KURDÎ

LI ZANÎNGEHA DÎCLEYÊ NEYARÊ XWE KUŞT Û TESLÎM BÛ

Li Amedê li Zanîngeha Dîcleyê Mehmet Îhsan Ş. bi çekê gule berda Mehmet Faruk T. yê ku bi wî re nîqaş dikir û qetil kir.

LI ZANÎNGEHA DÎCLEYÊ NEYARÊ XWE KUŞT Û TESLÎM BÛ

Li Amedê li Zanîngeha Dîcleyê Mehmet Îhsan Ş. bi çekê gule berda Mehmet Faruk T. yê ku bi wî re nîqaş dikir û qetil kir.

Li gor agahîyên ku hatine wergirtin li nêzî rawestgeha otobusê ya li ber Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê, dijmnê hevdû Mehmet îhsan Ş û Mehmet Farûk T niqaş kirin û di demek kurt de niqaş veguherî bûyereke çekdarî. Mehmet Îhsan Ş. çeka xwe kişand û gule berda Mehmet Faruk T. Faruk T.yê ku bi giranî birîndar bû li cihê bûyerê jîyana xwe ji dest da. Kesê ku bi çeka di destê xwe de li benda hêzên asayîşê bû, ji kesên derdorê re got, "Bila tu kes nêzîk nebe, ev meseleya namûsê ye." Polêsên ku hatin cihê bûyerê Îhsan Ş. Binçavkirin û ji bo îfadeyê birin Midûrîyeta Şaxa Ewlehîya Komarê ya Buroya Cînayetê. Piştê lêkolînê cenazeyê Faruk T. ji bo otopsîyê birin morga Sazîya Tipa Edlî. Hat hînbûn ku derbarê bûyerê de lêpirsîn berdewam dike.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.