NÛÇEYÊN KURDÎ

LI ZANÎNGEHA DÎCLEYÊ PIRSGIRÊKA XWARINÊ! XWENDEKAR BIRÇÎ DIMÎNIN

Hat diyarkirin ku li salonên xwarinê yên Zanîngeha Dîcleyê rêzên dirêj bûne sedem ku xwendekar pirsgirêkên xwarinê bijîn.

LI ZANÎNGEHA DÎCLEYÊ PIRSGIRÊKA XWARINÊ! XWENDEKAR BIRÇÎ DIMÎNIN

Hat diyarkirin ku li salonên xwarinê yên Zanîngeha Dîcleyê rêzên dirêj bûne sedem ku xwendekar pirsgirêkên xwarinê bijîn.

Zanîngeha Dîcleyê heqê xwarinê ya ku berê 3 lîre bû, di meha îlonê de zem kir û heqê xwarinê bû 4 lîre û nîv.

Xwendekarên zanîngehê yên ku di warê razan, hatinûçûn û gelek mijarên din de pirsgirêkên wan hene, diyar kirin ku piştî bihabûn û zemê pirsgirêkên wan ên aborî rû dane, ji ber kapasîteya kafeteryayê têr nake bi qasî saetekê di rêzên dirêj de mane.

Xwendekaran anîn ziman ku ji ber rêzên dirêj, dor bighê wan jî gelekê caran xwarin diqede. Ji ber ku derfeta wan ya li devereke din bixwe tune ye birçî dimîn û tên mexdûr kirin. Xwendekaran bo çareseriyê bang li rayedaran kirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.