NÛÇEYÊN KURDÎ

LI ÎZMÎRÊ BI LERZA 4,9AN ERDHEJ ÇÊBÛ! 3 BIRÎNDAR

Di erdheja ku li Îzmîrê pêk hat de 3 kes birîndar bûn. Li navçeya Buca ya Îzmîrê bi şev saet di 03:29an de bi lerza 4,9an erdhejek pêk hat.

LI ÎZMÎRÊ BI LERZA 4,9AN ERDHEJ ÇÊBÛ! 3 BIRÎNDAR

Di erdheja ku li Îzmîrê pêk hat de 3 kes birîndar bûn. Li navçeya Buca ya Îzmîrê bi şev saet di 03:29an de bi lerza 4,9an erdhejek pêk hat. Hat diyarkirin ku erdhej 14,47 kîlometro di bin erdê da çêbû. Di erdheja pêk hat de tu kesî jiyana xwe ji dest nedaye, lê 3 kes ji ber panîkê ji malê xwe avêtine xwarê û birîndar bûne. Ji birîndaran rewşa yekî birîndar e. Her wiha di erdhejiyê de minareya mizgeftekê hilweşiya û li bajêr qasê demekê ceyran qut bû. Erdhej li gelek bajarên derdorê jî hat hîskirin.

Şaredarê Bajarê Îzmîrê Tunç Soyer li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da û got, "Li gor tespîtên me yên ewil zirareke mezin çênebû."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.