NÛÇEYÊN KURDÎ

LI ÎZMÎRÊ DI ROJA DUYEMÎN A FÛARÊ DE DANASÎNA AMED’Ê BERDEWAM E

Fûara Tûrîzmê ya ku li Îzmîrê do dest pê kiribû, di roja xwe ya duyemînde bi danasîna nirxên dîrokî, çandî û gastronomî yên Amedê berdewam e.

Zîyaretvanên xwemalî û biyanî di roja duyemîn de jî eleqeyeke mezin nîşanê danasîna Amed dan. Di standa ku şahîya muzîkê lê hat lidarxistin de bi awazên kurdî re govend hatin gerandin. Odeya Bazirganî û Pişesazî ya Amedê di fûarê de penîrê helandî yê Amedê ku biqasê 35 metreyê ye da nasîn û li mêvanan belav kir. Ji xeynê penîrê helandî, xalîçeya hevrîşimê ya bi destan hatiye çêkirin ku bi taybet li navçeya Pasûra Amedê tê bikaranîn hat nasandin. Di fuarê de awazên kurdî û penîrê helandî ji aliyê mêvanan ve bi eleqedar hatin pêşwazîkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.