GÜNDEM

ÎLYAS KATAÇ BÛ SEROKÊ PARTÎYA SAADETÊ YÊ NAVÇEYA FARQÎNÊ

Kongreya navçeya Farqînê ya Partîya Saadetê hat lidarxistin.

ÎLYAS KATAÇ BÛ SEROKÊ PARTÎYA SAADETÊ YÊ NAVÇEYA FARQÎNÊ

Kongreya navçeya Farqînê ya Partîya Saadetê hat lidarxistin.

Di kongreya navçeya Farqînê de Endamê Lijneya Îdareya Giştî ya Saadetê Halîl Îbrahîm Akpinar, Serokê Bajarê Amedê Abdurrahman Ergîn, Serokê Êlihê Mistafa Yildiz, Rêxistinên Navçeyan, Serokên Navçeyên Farqînê yên CHP, DEVA, PÊŞEROJ, HUDAPAR û ÎYÎ Partîyê beşdar bûn. Îlyas Kataç ê ku di hilbijartinê de bi yek lîsteyê hemû deng wergirt di axaftina xwe de da zanîn ku ew li her devera dinyayê, li her erdnîgarîyê li dijî neheqî û bê edaletîyan in. Di berdewama axavtina xwe de jî Kataç wiha got, “Ez spasîya Serokê Bajarê me û nûnerên me yên ku me layîqê Serokatîya Navçeya Farqînê ya Partîya Saadetê dîtine, dikim. Ez hêvî dikim ku em ê bi rêxistina xwe ya nû re xweş bixebitin. Ji bo ku em dinyayek adil ji hemû zarokên xwe re bihêlin, em ê derîyekî ku me lê nexistîye, destekî ku me negirtîye, dilê ku em neketinê em ê nehêlin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.