NÛÇEYÊN KURDÎ

MÛRAT SAYAN: EZ Ê LI AGIRÎYÊ PIŞTGIRÎYÊ BIDIM NAMZETA DEM PARTÎYÊ

Mûrat Sayan birayê Savcı Sayan ê ku ji AK Partîyê Şaredarê Agirîyê bû û di hilbijartinên giştî de ji Îzmîrê bû namzetê parlamenterîyê, dîyar kir ku ew ê piştgirîyê bide namzeta DEM Partîyê ya Hevşaredara Agirîyê Hazal Aras.

MÛRAT SAYAN: EZ Ê LI AGIRÎYÊ PIŞTGIRÎYÊ BIDIM NAMZETA DEM PARTÎYÊ

 

Mûrat Sayan li ser hesabê xwe yê medyaya civakî wiha got: “Weke Kurdekî ku tercîh nake ku di navbera wijdan û berîka xwe de bimîne, ez ê li bajara min bedew li Agirîyê piştgirîyê bidim xwişka xwe ya hêja Hazal Aras a namzeta DEM Partîyê. Ji meha Adarê pê ve ez ê li Agirîya bedew li qadan bim.”

 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.