NÛÇEYÊN KURDÎ

“MAFÊ HER KESÊ YE KU BI ZIMANÊ DAYÎKÊ XIZMETA TENDURISTÎYÊ WERBIGIRE”

Platforma Tenduristîyê ya Amedê da zanîn ku mafê her kesê ye ku bi zimanê xwe yê dayîkê xizmeta tenduristîyê werbigire.

“MAFÊ HER KESÊ YE KU BI ZIMANÊ DAYÎKÊ XIZMETA TENDURISTÎYÊ WERBIGIRE”

Platforma Tenduristîyê ya Amedê da zanîn ku mafê her kesê ye ku bi zimanê xwe yê dayîkê xizmeta tenduristîyê werbigire.

 

Platforma Tenduristîyê ya Amedê ku bi wesîleya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê daxuyanîyek da çapemenîyê. Daxuyanî ku tenê bi Kurdî hat dayîn Seroka Odeya Tabîban a Amedê Elîf Turan xwend û wiha got: “Daxwaza wergirtina tenduristîyê ya bi zimanê dayîkê mafê dermankirinê ye, mafê jîyanê ye.

 

Ji bo ku bibe xwedî mafê tenduristîyê yê wekhev divê xizmet bi zimanê dayîkê bê dayîn, lê mixabin li Tirkîyeyê, wek her qadê di warê tenduristîyê de jî mafê gîhandina tenduristîyê ya bi zimanê dayîkê tê binpêkirin. Em dibên ku xizmet bi zimanê dayîkê bê dayîn da ku di şert û mercên wekhev de xizmeta tenduristîyê bê dayîn.

 

" Turan her wiha dîyar kir ku bi wesîleya Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê dixwazin hemû astengîyên li pêşîya zimanê dayîkê bên rakirin û her kes bi zimanê xwe yê dayîkê xizmetê werbigire.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.