NÛÇEYÊN KURDÎ

MALBATÊN WENDAYAN LI AQÛBETA HATÎCE ATALAY PIRSÎN

Xizmên Wenda û rêveberên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê di hefteya 708’emîn de, di çalakîya heftane ya bi dirûşma “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” de li aqûbeta Hatîce Atalay ku di 10’ê Îlona 1996’an de li navçeya Pîranê ya Amedê hatîye qetilkirin pirsîn.

Endamê komîsyona Wendayan a ÎHD’ê Firat Akdenîz Firat Akdenîz kurtejîyana Hatîce Atalay vegot û wiha axivî: “Hatîce Atalay di 10’ê îlonê de, bi şev dora saet 22.00-11.00’î de, li gel hevjînê xwe çû avdana zevîyê ku zevî kîlometreyek ji mala wan dûr bû û nêzî qereqola Pîranê  bû. Wan demana malbatên ku avdanîyê bikira mecbûr bûn ku rojek berîya wê agahî bidana emnîyetê. Malbata Atalay jî li gor biryarê rojek berîya avdanê agahî dabû emnîyetê. Malbat piştê dest bi avdanê kir ji alîyê Tîmên Tevgera Taybet ên li Gira Zîyaretê ya ku li pişt Midurîyeta Emnîyetê de cih digre gule hatin reşandin Hatîce Atalay bi guleyan birîndar bû. Hatîce Atalay ranekirin nexweşxaneyê û ew ji wendakirina xwînê jiyana xwe ji dest da. Piştî wê Serdozgerê Komar û bijîşk hatin cihê bûyerê. Cenazeya Atalay birin nexweşxaneyê û dû re radestî malbatê kirin.” Her wiha Akdenîz derbarê pêvajoya lêpirsînê de axivî û wiha got: “Rayedarên qereqolê dîyar kirin ku li cihê bûyerê gule nehatine dîtin û eleqeya wan bi êrişê re tune ye. Li ser vê yekê dosye ji alîyê serdozger ve hate girtin. Heta niha derheqê bûyerê de lêpirsîneke birêkûpêk nehate birêvebirin û failên Hatîce Atalay nehatin cezakirin.” Piştê kurtejîyana Hatîce Atalay Malbatên Wendayan bi çalakîya rûniştinê ya deqeyekî dawî li çalakîyê anîn. 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.