NÛÇEYÊN KURDÎ

MALBATA BÊ MAL MABÛN, LI MÊVANXANEYA ŞAREDARÎYÊ HAT BICÎHKIRIN

Malbata ku di erdhêjê de xanîyê wan xisarek mezin dîtibû, piştê ku xanîyê kirê nedîtin û li derve man, li mêvanxaneya şaredarîyê de hat bicîh kirin.

Sezer û Hedîye Oyûnar ê ku 4 zarokên wan heye, bi berhevkirina kaxizan debara xwe dikin. Xanîyê malbatê ku li taxa Şehîtlîkê ya navçeya Yenîşehîra Amedê ye, di erdhêjên 6ê Sibatê de xisarek mezin dîtibû, ji ber vê yekê jî vala kiribûn. Malbata ku 2 mehan di konekî de jîyana xwe domand, piştre depoyek kirê kir û bi qasê 6 mehan jî di wê depoyê de man.

Piştê ku xwedîyê depoyê jê re got, “Ez kurê xwe dizewicînim, divê tu ji depoyê derkeve” ew depo jî vala kir û li derve ma.

Malbata ku xanîyê kirê peyde nekir, li mêvanxameya şaredarîyê hatin bicîh kirin. Malbatê dîyar kir ku ji ber feqîr in mal nedane wan û ew nizanin wê êdî çi bikin û ji bo xebatê alîkarîyê dixwazin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.