NÛÇEYÊN KURDÎ

MALBATA ŞENYAŞAR: EM JI BO HER KESÊ DAXWAZA EDALETÊ DIKIN

Malbata Şenyaşar a di roja 537’emîn de têkoşîna xwe ya ji bo edaletê didomîne dîyar kir ku ew ji bo her kesê edaletê dixwazin.

MALBATA ŞENYAŞAR: EM JI BO HER KESÊ DAXWAZA EDALETÊ DIKIN

Malbata Şenyaşar a di roja 537’emîn de têkoşîna xwe ya ji bo edaletê didomîne dîyar kir ku ew ji bo her kesê edaletê dixwazin.

Nobeda Edaledê ya Malbata Şenyaşar ku di 9’ê Adara 2021’ê de li pêşîya Edlîyeyê ya Rihayê dabû destpêkirin di roja 537’emîn de berdewam dike. Malbat çalakîya nobedê ji ber ku dawîya hefteyê ye û edlîye girtî ye li mala xwe ya li Pirsûsê didomîne. Malbat li ser hesaba xwe ya medyaya civakî tevê wêneyekî vê peyamê weşand: “Em digel sermaya zivistanê û germa havînê, tevê her cure zext, tehdît û cîhêkirinê ji bo edaletê ketin rê. Dengê me li tevahîya cîhanê hat bîhistin. Dayîk ji bo hemû kesan edaletê dixwaze û ew gelek westîya. Yên ku tên mudaxeleyê wê dikin jî stûyê wan tewandîye."

 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.