NÛÇEYÊN KURDÎ

MALBATA ŞENYAŞAR: KESÊ KU KOMKUJÎYÊ KIR XWE VEŞARTÎYÊ LI PIŞT SEROKOMARÊ

Nobeda Edaletê ya ji alîyê Malbata Şenyaşar ve ku di 9'ê Adara 2021'an de hatibû destpêkirin, di roja 449'an de berdewam dike.

MALBATA ŞENYAŞAR: KESÊ KU KOMKUJÎYÊ KIR XWE VEŞARTÎYÊ LI PIŞT SEROKOMARÊ

Nobeda Edaletê ya ji alîyê Malbata Şenyaşar ve ku di 9'ê Adara 2021'an de hatibû destpêkirin, di roja 449'an de berdewam dike.

Ferît Şenyaşar, di Nobeda Edaletê de axivî û bi bîr xist ku ev salek û nîv e nobeda edaletê digirin û wiha got; “4 sal berê em hatin qetilkirin lê biryara veşartîyê ya di dosyeyê de didome. Ev biryara veşartîyê tenê ji me re veşartî ye. Berpirsîyarê qetlîamê, parlementerê partîya desthilatdar e û ew xwe li pişt Serokomarê veşart. Ji ber vê sedemê jî dozger nikarin karê xwe bikin. Zilm berdewam dike. Yên ku ev komkujî kirine wê rojekê bên darizandin.” Malbata Şenyaşar, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî jî parvekirinekê kir û wiha got: "Li gor îfadeyên xebatkarên tenduristîyê, parlementer ji xizmên xwe re gotîye, 'Tu kes bi saxî ji nexweşxaneyê dernakeve.’ Dadwerîya serbixwe û bêalî li ku ye?"

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.