NÛÇEYÊN KURDÎ

MALBATA ŞENYAŞAR PEYAMA “YA KU LI RIHAYÊ WINDA BÛYE EDALET E” PARVE KIR

Malbata Şenyaşar ku li ber Edlîyeya Rihayê Nobeta xwe ya Edaletê didomîne peyama “Ya ku li Rihayê winda bûye edalet e” parve kir.

Çalakîya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di 9’ê adara 2021’an de li ber Edlîyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 698’an de berdewam dike. Ji ber ku dawîya hefteyê edlîyê girtîyê malbatê çalakîya xwe ya îro li mala xwe ya navçeya Pirsûse domand. Malbatê li ser hesabê xwe ya medyaya civakî peyamek belav kir û tê wiha dîyar kir, “Têkoşîna dayikê ya edaletê, daxwaza hemû kesên xwedî wijdan e. Belê îro li Rihayê berf heye lê xisûseke pir girîng destnîşan dikin, berxwedana dîrokî ya dayika ku 2 zarok û hevjîne wê hatîye qetilkirin berdewam dike. Heqîqet derketine holê, ya ku li Rihayê winda bûye edaletê.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.