NÛÇEYÊN KURDÎ

ÎMAMOGLÛ DERBARÊ ENCAMÊN HILBIJARTINÊ DE DAXUYANÎ DA

Şaredarê Bajarê Stenbolê Ekrem Îmamoglû yê ku piştê encamên hilbijartina serokkomarîyê demeke dirêj bêdeng ma, bi vîdeoyekê ku li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyanî da.

Di vîdeoyê de bi nota "Xem neke, her tişt ji nû ve dest pê dike. Bînin bîra xwe, yekane tişta ku naguhere guhertin e" parve kir û wiha got, "Bê guman ez hêvîdar im ku ev encam ji welatê me yê bedew re bextewarîyê bîne.

Niha bi lezgînî hewcedarîya Tirkîyeyê bi normalîzebûnê heye. Ez dizanim ku îro bi deh mîlyonan kes bêhêvîbûnek mezin dijîn.

Bêhêvî nebin. 5 sal berê jî bêhêvîbûnek bi vê rengê pêk hatibû. Piştê 9 mehan me di hilbijartinên herêmî de encamên gelek mezin bi dest xist. Rêyeke dirêj li pêşîya me ye, ciwanîya me heye. Bawer bikin dê her tişt baş bibe."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.