NÛÇEYÊN KURDÎ

MASEYA ŞEŞALÎ CEZAYÊ LI ÎMAMOGLÛ HATÎYE BIRÎN PROTESTO KIR

Serokên partîyê ku di maseya şeşalî de cîh digrin dîyar kirin ku ew cezayê girtîgehê yê ku li Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu hatîye dayîn û biryara qedexeya sîyasî qebûl nakin.

Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglû ku bi îdiaya "Heqaret li Serokê YSK'ê kirîye" dihat darizandin, cezayê qedexeya sîyasî li gel cezayê girtîgehê lê hat birîn. Îmamoglû ku piştê biryarê ji bo li Qada Saraçhaneyê kom bibin bang li gelê Stenbolê kir, bertek nîşanê biryara mehkemê da. Di mîtîngê de li gel dirûşmên "Maf, hiqûq, edalet" pankartên "Gel li ber xwe dide" û "Hûn ê ti carî bi tenê nemeşin" hatin vekirin. Biryara derbarê Îmamoglû de di mîtînga ku serokên Tifaqa Millet a bi navê Maseya 6’alî beşdar bûn de, hat protestokirin. Lîderê partîyan bi daxuyanîya xwe ya hevpar bertek nîşan dan û dîyar kirin ku ew ê biryara dadgehê qebûl nekin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.