AMED

MEB JI BO ‘BETLANEYA NAVDEMÊ’ BINIRXÎNE’ ANKET LI DAR DIXE

Wezareta Perwerdehîya Neteweyî anketa 'nirxandina betlaneya navdemê' ya ku wê heta 10'ê Kanûnê bidome, pêk tîne.

MEB JI BO ‘BETLANEYA NAVDEMÊ’ BINIRXÎNE’ ANKET LI DAR DIXE

Wezîrê Perwerdehîya Neteweyî Yusuf Tekîn ragihand ku ger bê xwestin betlaneya navdemê dikare bê betalkirin.

Anketên 'Lêkolîna Şopandin û Nirxandinê ya Pêkanîna betlanê’ ji alîyê Wezareta Perwerdehîyê ve di 20'ê Mijdarê roja duşemê ya ku betlaneya navdemê bi dawî bû hat destpêkirin.

Anketa ku mamoste, xwendekar û dayîkûbav dikarin bi rêya Pergalên Agahdarîya Perwerdehîya Neteweyî (MEBBÎS) beşdarê wê bibin wê heta 10ê Qanûnê wê berdewam bike.

Rayedarên Wezaretê dîyar kirin ku ev anket bi biryara ku betlaneya navdemê dewam bike an na ve girêdayî nine.

Rayedaran dîyar kirin ku di salên derbasbûyî de derbarê pratîka betlaneya navdemê ya ku ji sala perwerdehîyê ya 2019-2020’an û vir ve berdewam dike de bi navber anket hatine kirin û wiha got, “Li gorê bersivên ku bi van anketan ji mamoste, xwendekar û dayîkûbavan hatine wergirtin, wê xebatên ku ji bo ku betlane baştir bibe lêkolîn bê kirin.

Naveroka ku di betlaneya navdemê de hem ji xwendekar hem jî ji mamosteyan re tê pêşkêş kirin wê dewlementir bibe.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.