NÛÇEYÊN KURDÎ

MEB RÊBERNAMEYA “BERNAMEYA SERLÊDANA ZANISTÊ” PARVEKIR

Wezareta Perwerdeya Neteweyî (MEB) daxuyand ku rêbernameya serîlêdanê ya "Bernameya Serlêdana Zanistê" ya li lîseyan ji hemû bajaran re hat şandin.

MEB RÊBERNAMEYA “BERNAMEYA SERLÊDANA ZANISTÊ” PARVEKIR

Wezareta Perwerdeya Neteweyî (MEB) daxuyand ku rêbernameya serîlêdanê ya "Bernameya Serlêdana Zanistê" ya li lîseyan ji hemû bajaran re hat şandin. Rêbernameya derbarê 'Bernameya Serlêdanên Zanistê' ya ku wê xwendekar karibin hevdîtinên zanistî yên wekê konferans, panel, semîner û di gelek qadan de xebatên zanistîya sepandinê pêk bînin, ji alîyê Wezareta Perwerdehîya Neteweyî ve ji 81 bajaran re hat şandin. Bername wê heta dawîya vê mehê li lîseyên Semsûr, Enqere, Aydin, Bursa, Îdir, Isparta û Samsûnê bên ceribandin. Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Mahmut Ozer derbarê bernameyê de daxuyanî da û wiha got; "Bi vê bernameya ku me amade kirîye wê xwendekarên me yên lîseyê hînê xebatên akademîk bibin û civînên zanistî li dar bixin."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.