GÜNDEM

MECLÎS WÊ ÎRO BI AWAYEKE AWARTE BICIVE

Meclisa ku di betlaneyê de ye, piştê du hefteyan wê bi awayeke awarte bicive.

MECLÎS WÊ ÎRO BI AWAYEKE AWARTE BICIVE

Meclisa ku di betlaneyê de ye, piştê du hefteyan wê bi awayeke awarte bicive.

Pêşnûmeya CHP'ê ya derbarê geşedanên li Akbelenê ya Mûğla’yê de wê demjimêr di 15.00'an de li Lijneya Giştî bê nirxandin.

Ji bo civîn pêk were divê 200 wekîl li salonê amade bin.

Tê payîn ku Lijneya Giştî ya Meclisê bi piştgirîya CHP, ÎYÎ partî, SAADET, Partîya Pêşerojê û partîya DEVA û Partîya Demokrat were vekirin.

Di civîna li Lijneya Giştî de wê nûnerên komên partîyên sîyasî 20 deqeyan mafê axaftinê bigirin.

Lijneya Giştî ya Meclisê di 25ê Tîrmehê de jî bi awayeke awarte civîyabû û rojeva civînê geşedanên di warê aborîyê de bû.

 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.