NÛÇEYÊN KURDÎ

MECLÎSA CIWANAN A YSP’Ê KAMPANYAYA “LI DIJÎ ŞERÊ TAYBET TÊKOŞÎNEK BI HEYBET” DA DEST PÊ KIRIN

Meclisa Ciwanan a Partîya Çepên Kesk, ji bo xebatên serdema nû, li Navenda Giştî ya HDPê, berîya civînê daxuyanîya çapemenîyê li dar xist.

Endama Meclisa Ciwanan a Partîya Çepên Kesk Senem Erîş daxuyanî xwend û anî ziman ku di encama polîtîkayên îktîdarê de xweza tê talankirin, îradeya gel bi rêya qeyûman tê xespkirin, her roj li dijî jinan û destkeftîyên jinan êriş tên kirin, keda kedkaran tê xwarin, binpêkirin zêde dibin û roj bi roj şer girantir dibe.

Erîş, dîyar kir ku ew ê bi berpirsyarîya xwe, vê fermana ku ciwan pê re rû bi rû dimînin biguherînin û wiha got, "Em ji hemû raya giştî re radigihînin ku li dijî her cure rêbazên taybet, me kampanyaya 'Li dijî şerên taybet têkoşînek bi heybet' daye destpêkirin. Ji vir û pê de me ragihand ku em ê di çarçoveya vê kampanyayê de dema nû ya meclîsa xwe pêk bînin."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.