NÛÇEYÊN KURDÎ

MED-DERÊ CEJNA ZIMANÊ KURDÎ PÎROZ KIR! ZIMAN BINGEHA NETEW E

Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê yên Mezopotamyayê (MED-DER) derbarê 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî daxuyanî da.

MED-DERÊ CEJNA ZIMANÊ KURDÎ PÎROZ KIR! ZIMAN BINGEHA NETEW E

Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê yên Mezopotamyayê (MED-DER) derbarê 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî daxuyanî da.

Hevserokê MED-DER'ê Remzî Azîzoglu dîyar kir ku Roja Zimanê Kurdî ji bo Kurdan gelekî girîng e û wiha got, “Gelê Kurd ev pêvajoyên dijwar li pey xwe hişt û di pêvajoya dîrokî de zimanê xwe pêdan qebûl kirin.

Tu hêzê nikarîbû zimanê me bi me bide jibîrkirin." Azîzoglû dîyar kir ku divê rewşenbîr û akademîsyenên kurd parastina zimanê kurdî bikin û wiha got, “Êdî em naxwazin banga parastin û pêşxistina zimanê kurdî bikin. Divê em zimanê xwe di her warê de bi pêş bixin. Divê kurdî bibe zimanê fermî. Zimanê perwerdehîyê û em di warên zanistî, wêjeyî û felsefeyê de bi pêş bixin û li cîhanê belav bikin. Cejna Zimanê Kurdî li hemû gelê me pîroz dikim."

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Wekîlê Amedê Berdan Ozturk, Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir û wiha got, "Ziman bingeha hemû gelan e. Ji bo gelên kêmnetewe û bi taybetî jî ji bo Kurdan sedema hebûn û nebûnê ye."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.