NÛÇEYÊN KURDÎ

MED-DER: DAXWAZA FÊRBÛNA KURDÎ SEDÎ 50 ZÊDE BÛ

Komeleya Lêkolîna Çand û Ziman a Mezopotamyayê (MED-DER) encama rapora ku ji alîyê Navenda Lêkolînên Qadê ya Sosyopolîtîk ve hatîye amadekirin aşkere kir.

Di rapora ku derbarê tespîtkirina sedemên daxwazkirina kursên zimanê Kurdî de hatîye amedekirin hate destnîşankirin ku: “Digel ku Tirkîye di kategorîya welatên pirzimanî de cih digre ji bilî Tirkî ziman di fermîyetê de cih nagre. Ev demek dirêj e bi piştgirî û hevkarîya sazîyên civakî yên sivîl ji bo fêrbûna zimanên zikmakî bi awayekî dilxwazî xebat tên meşandin. Di sala 2020’an de di şert û mercên şewbê de kûrsên online hatin vekirin. 292 kûrsîyer beşdarî van kûrsên onlineê bûn. Di sala 2021’an de ev hejmar gihîşt 397’an, di tebaxa 2022’yan de jî ev hejmar gihîşt 803’yan. Ev dane nîşanê me dide ku di beşdarbûnan de sedî 50 zêdebûn çêbûne.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.