NÛÇEYÊN KURDÎ

MEHMET MÛŞ, BEXŞÊN DI ERHÊJA MEREŞÊ DE HATIBÛ BERHEV KIRIN EŞKERE KIR

Derbarê bexşên ku piştê erdhêhên navenda Mereşê de hatibûn berhev kirin de daxuyanî hat dayîn.

MEHMET MÛŞ, BEXŞÊN DI ERHÊJA MEREŞÊ DE HATIBÛ BERHEV KIRIN EŞKERE KIR

Derbarê bexşên ku piştê erdhêhên navenda Mereşê de hatibûn berhev kirin de daxuyanî hat dayîn.

Serokê Lijneya Plan û Budçeyê ya Meclisê Mehmet Muş, di Lijneya Giştî ya Meclisê de, derbarê bexşên ji bo erdhêjê hatine berhev kirin de daxuyanî da. Mûş, dîyar kir ku piştê 6ê Sibatê ku erdhêjên navenda Mereşê qewimîn û pê de heta 5ê Tîrmehê bi tevahî 85 mîlyar û 248 mîlyon û 877 lîre li hesaban hatine razandin.

Mûş dîyar kir ku ji bilî Kampanyaya Mezin wekî din jî alîkarî hatîye kirin û di van alîkarîyan de jî  26 mîlyar û 985 mîlyon û 72 hezar û 139 lîre hatîye berhev kirin.

Di hemû kampanyayên erdhêjê de heta niha bi tevahî 112 mîlyar û 233 mîlyon û 262 hezar û 16 lîre hatîye berhevkirin.

Mehmet Mûş, dîyar kir ku ji hesabên kampanyaya erdhêjê, ji bo mal, mexdûrîyeta mirinê, koçkirin, kirê, kon, konteynir, xurek û kirînên bi vê rengê heta niha 38 milyar û 230 mîlyon û 575 hezar û 184 lîre hatine xerckirin. Hesabê kampanyayê derdora 74 milyar û 2 mîlyon û 686 hezar û 832 lîre ye.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.