NÛÇEYÊN KURDÎ

MEHMET METÎNER DERBARÊ ‘XELKÊ KURD’ DE ERDOGAN ÎQAZ KIR

Nivîskarê Yenî Şafakê Mehmet Metîner ê ku nêzî hikûmetê tê naskirin, di nivîsa xwe ya îro de derbarê pirsgirêka Kurd de nirxandinan kir.

MEHMET METÎNER DERBARÊ ‘XELKÊ KURD’ DE ERDOGAN ÎQAZ KIR

Nivîskarê Yenî Şafakê Mehmet Metîner ê ku nêzî hikûmetê tê naskirin, di nivîsa xwe ya îro de derbarê pirsgirêka Kurd de nirxandinan kir. Metîner hişyarî da Erdogan û got, “Divê bi feraseteke ku li ser pirsgirêk û daxwazên Kurdan tê meşandin, pêk were.” Metîner dibêje ku 'hin kesan dibe sedem ku Erdogan û AKP bi vî rengî bifikirin’ û wiha got "Me pirsgirêka Kurd çareser kir, niha çi dixwazin, çima ji vê hêla malûm ku ji bilî xwîn û rondikan tiştekî nade wan, jê naqetin?" Her wiha got ku nêrînên bi vî rengî "dibe ku gelê Kurd li hember vê yekê bi rik û înad bertek nîşan bide. Ji ber vê yekê jî Erdogan di serdema nû de divê bi têgihiştineke ku li ser "pirsgirêk û daxwazên kurdan" disekine, sîyaseteke bidestxistî bimeşîne.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.