NÛÇEYÊN KURDÎ

MEHMETOGLU: ZEXTÊN LI SER MEDYAYA KURD ENCAMA SÎYASETÊ YE!

Rêvebirê Giştî yê Radyo û Televîzyona Amedê Ferat Mehmetoglu, di derbarê binçavkirina rojnamevanên Kurd de nirxandinan kir û bertek nîşanê binçavkirinên rojnamevanan da.

Mehmetoglu, di axaftina xwe de ragihand ku divê 21 rojnamevanên girtî, bi lêzgînî bên berdan. Mehmetoglu, di berdewama axaftina xwe de dîyarkir ku hikûmet sansûr û astengîyê li ser çapemenîyê pêk tîne û destnîşan kir ku rojnamevanên Kurd 80 sal in li dijî zext û binçavkirinan li ber xwe dane. Mehmetoglu, anî ziman ku divê çapemenîya Kurd, li dijî hewldanên çapemenîyê yên yekdengî ên hikûmetê, bibin yek û bi bîr xist ku di çarçoveya refleksa rojnamegerî û heqîqetê de, gihandina bûyer û binpêkirina mafan li erdnîgarîya Kurdistanê, berpirsyarîya pîşeyî ye û wiha got; “Yên ku li pey rastîyê ne, divê ji her kesê wêrektir bin. Ger wiha nebe rastî dernakeve holê.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.