NÛÇEYÊN KURDÎ

MEKTEBA BISMIL TEPE DÎCLE BI ÎDIAYA TUNDIYÊ DI ROJEVÊ DE YE

Dibistana Navîn a Bismil Tepe Dîcle ya Amedê bi îdiaya tundiya li ser xwendekaran hat rojevê.

MEKTEBA BISMIL TEPE DÎCLE BI ÎDIAYA TUNDIYÊ DI ROJEVÊ DE YE

Dibistana Navîn a Bismil Tepe Dîcle ya Amedê bi îdiaya tundiya li ser xwendekaran hat rojevê. Hat îddîakirin ku xwendekara pola 7emîn a Dibistana Navîn a Tepe Dîcleyê ji teref mamosteyê Çanda olî ya bi navê Z.A ve rastî tundiyê hatiye. Bavê xwendwkara dibistanê  Îlhamî Çelebî jî îdia kir ku tundî li zaroka wî hatiye kirin û wiha got: “Mamoste hem li ber çavê zarokan li zarokê min dixe û hem jî wekî ku wî tiştek baş kiriye behs dike ku çawa li zarok tundî kirî ye. Me ji navenda tenduristîyê rapor wergirt û emê li mamaoste gilê sûcê bikin.” Di vê navberê de Baroya Amedê jî derbarê bûyerê de beyan kir ku wê pêvajoya hiqûqî ji nêz ve bişopînin. Mudûrtiya Perwedeya Netewî ya bajêr jî diyar kir ku hêj ev bûyer nehatiye ber destê wan. Ger bighêje ber destê wan tişta pêwist çi be ew ê wê texsîr nekin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.