GÜNDEM

MELEYÊN KURD WÊ KOMELEYEKA NÛ SAZ BIKIN

Piştê girtina Komeleya Hevkarî û Alîkariya Rûspiyên Olê (DÎAYDER) meleyen Kurd dest bi amadehîya sazkirina komeleyeka nû kirin.

MELEYÊN KURD WÊ KOMELEYEKA NÛ SAZ BIKIN

Piştê girtina Komeleya Hevkarî û Alîkariya Rûspiyên Olê (DÎAYDER) meleyen Kurd dest bi amadehîya sazkirina komeleyeka nû kirin.

Di danişîna biryarê ya doza girtina DÎAYDER’ê de ku di 28’ê Hezîranê de hatibû dîtin, biryara rawestandina bernameyên komeleyê hatibû dayîn. Piştê biryara dadgehê di 22’yê Tîrmehê de polêsan derîyê komeleyê muhr kiribû. Piştê muhrkirina derîyê komeleyê meleyên Kurd ragihandin ku wê komeleyeka nû saz bikin. Meleyên Kurd dîyar kirin ku rêznameya komeleyê amede ye û lijneya birêvebirinê jî wê hefteya pêşîn li hev bicîvin. Her wiha di axaftina xwe de destnîşan kirin ku navê komeleyê yê nû û kesên ku wê di lîjneya rêveberîya komeleyê de cîh bigrin werin dîyar kirin.  

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.