NÛÇEYÊN KURDÎ

MEMÛRÊ KU JÎYANA XWE JI DEST DA HATE DEFINKIRIN

Memûrê PTT'ê Hasan Tekîn, li Amedê ji alîyê hevalên xwe yên kar ve hat definkirin.

MEMÛRÊ KU JÎYANA XWE JI DEST DA HATE DEFINKIRIN

Memûrê PTT'ê Hasan Tekîn (43) ku li Amedê ji ber nexweşîya kezebê jîyana xwe ji dest da, ji alîyê malbat û hevalên wî yên kar ve hat definkirin.

 

Hasan Tekîn ê zewicandî û bavê 2 zarokan e û 14 salan di beşa belavkirinê ya Şaxa PTT a Amedê de memûr bû, li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehîyê ya Gazî Yaşargîl a ku ji ber nexweşiya kezebê dihat dermankirin, jîyana xwe ji dest da.

Cenazeyê Tekîn duh piştê nimêja ku hat kirin li Goristana Asrî ya Yenîkoyê ya navçeya Baglarê, ji alîyê malbata xwe, Rêvebirê Giştî yê şaxa PTT'ê Ridvan Acar û hevalên wî ve, bi girîn û hawaran hat definkirin.

Hate hînbûn ku Tekîn ji sala 2014’an û vir ve dihat dermankirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.